Yemen: “Di sala borî de ji 97 hezarî zêdetir koçber hatin Yemenê”
PeyamaKurd – Hukumeta Yemenê ragihand ku di sala 2023an de ji 97 hezarî zêdetir koçber çûne Yemenê. Wezîrê tenduristiyê yê Yemenê Qasim Buhaybih ragihand ku jimara koçberan zorê dide civakê û li ser dezgeyên tenduristiyê zoreka zêde datîne.
Li gor ragihandina malpera fermî ya serokwezîrtiyê; wezîrê tenduristiyê Qasim Buhaybih bi koordînatorê Doktorên Sînornenas yê Belçîkayê (MSF) bi Darwin Diar re li payîtexta Yemenê li Adenê civiyaye.
Di hevdîtinê de bi MSFê re li ser hewldanên tenduristiyê axifîne û wezîr ragihandiye di sala borî de ji 97 hezarî zêdetir koçber çûne Yemenê. Wezîr ji MSFê xwestiye ku mudaxele bi dosya koçberan bikin.
Tevî 9 sale Yemen di nav xwe de şer dike jî, ji welatên Afrîkayê ji Etiyopyayê, Somaliyê û gelek welatên Afrîkayê koçber diçin Yemenê. Koçber ji bo derbasî welatên Kendavê û Erebistanê bibin, Yemenê weke rawestgeh bikartînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin