Li Almanyayê haletên tûsbûna Covid-19ê ji sed hezarî borî

06 April 2020 10:10 0 dîtin
Li Almanyayê haletên tûsbûna Covid-19ê ji sed hezarî borî

PeyamaKurd – Haletên tûşbûnê yên Covid-19ê dawiya heftê jî zêde bûn û li seranserê cîhanê ji milyonekê borî. Hejmara qurbaniyan jî ji 69 hezar kesan borî.

Li gorî zanyariyên Zankoya John Hopkinsê, hejmara kesên li Almanyayê bi vê nexweşiya koronay nifşê nû (Covid-19) ketine ji 100 hezarî boriye û heya niha ji ber wê nexweşiyê 584 kes bûne qurbanî.

Li gorî daneyan berdest, heya duh bi şev, li Almanyayê 100 hezar û 123 kes enfekte bûne.

Herwiha li gorî zanyariyên heman zankoyê, li Almanyayê 28 hezar û 700 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûne.