COVID-19 | Hejmara haletên tûsbûyî ji 850 hezarî û ya qurbaniyan jî ji 40 hezarî borî
PeyamaKud - Li seranserê cîhanê hejmara haletên tûşbûyiyan ji 850î hezarî derbas kir û hejmara qurbaniyan jî zêdetir ji 40 hezarî ye.
Virûsa koronayê (Covid-19) ya ku li bajarê Çînê yê Wuhanê derket û li seranserê cîhanê belav bû, her diçe bilançoya wê girantir dibe. Li seranserê cîhanê hejmara haletên tûşbuyiyan ji 850î hezarî derbas kir û hejmara qurbaniyan jî zêdetir ji 40 hezarî ye.
Daneyên dawî yên li ser malpera worldometers.info hatine parvekirin wiha ne:
Hejmara giştî ya haletên tûşbûyî: 859.338 (+541)
Hejmara pişkinînên dewam dikin: 638.879 (+337)
Hejmara qurbaniyan: 42.334 (+178)
Hejmara kesên ku baş bûne ji nexwşxaneyê derketine: 178,125 (+26)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin