COVID-19| Hejmara gistî ya pêketinan 90 hezarî derbas kir

17 November 2020 19:35 0 dîtin
COVID-19| Hejmara gistî ya pêketinan 90 hezarî derbas kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, amarên 24 saetên borî yên nexweşiya Covid-19 ragihandin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di nav 24 saetên borî de, 645 kesên din bi koronayê ketine û 25 kes jî pê mirine.

Hat diyarkirin ji 25 kesên mirine 9 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, kesek li Germiyan, 2 kes li Helebce û kesek li Raperînê ne. Herwiha 645 kesên bi koronayê ketine jî li Hewlêrê 156 kes, li Silêmaniyê 178 kes, li Helebce 17 kes, li Duhokê 147 kes, li Gemiyan 41 kes û li Raperîn 6 kes in.

Wezaretê ragihandiye ku ji doh heta îro 232 kes ji nexweşên koronayê baş bûne ku ew jî 105 kes ji wan li Hewlêrê, 25 kes li Silêmaniyê, 291 li Duhokê, 37 kes li Germiyan û 16 kes li Helebce ne.

Bi van amarên dawî re heta niha li Herêma Kurdistanê 90 hezar û 904 kes bi vîrusa koronayê ketine, 55 hezar û 988 kes baş bûne û 2 hezar û 891 kes jî mirine.