COVID19 | Hejmara haletên tûsbûyî zêdetirî 3 milyon û 200 hezarî ye
PeyamaKurd – Hejmara kesên bi koronayê nifşê nû (Covid-19) ketine gihiştiye 3 milyon û 257 hezar û 520 kesan û hejmara qurbaniyan jî bûye 233 hezar û 405 kesan.
Li gorî daneyên Zankoya John Hopkinsê kesên ku bi nexweşiyê ketin û baş bûne jî milyone û 13 hezar 809 kes in.
- Herî zêde li Amerîkayê haletên tûşbûnê xuya dikin û ev hejmara milyonek û 69 hezar û 826 kes. Piştî Amerîkayê Spanya û Italya tên.
- Hejmara kesên ku li Tirkiyê enfekte bûne zêdetir ji 129 hezar kes in. û heya niha ji ber koronayê 3 hezar 174 kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.
- Li Herêma Kurdistanê duh 30yê li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrusa koronayê ketibûn.
Li gorî daneyên dawî hatine eşkerekirin, li Herêma Kurdistanê heta 380 kes bi vîrusa koronayê ketine, 325 kes baş bûne û 5 kesan jî wefat kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin