Hejmara haletên tûsbûyî yên koronayê ji 4 milyon û nîvan borî
PeyamaKurd - Hejmara haletên tûşbûyî yên koronaya nifşê nû (Covid-19) ji 4 milyon û nîvan borî.
Li gor daneyên dawîn yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 4 milyon û 516 hezar û 360 kes bi vîrusa koronayê ketine.
Vîrusa koronayê herî zêde li Amerîka hatiye tomarkirin ku li wir zêdetir ji milyonek û 400 hezar kes ji bi koronayê ketine. Li dû Amerîkayê, bi 262 hezar kesan Rûsya, li dû wê jî bi 238 hezar kesan Brîtanya tê.
Virusa koronayê di meha Berfanbarê de li Wuhana Hubei ya Çînê derketibû û ji wir li seraserê dinyayê belav bûbû. Li gorî daneyên Zanîngeha John Hopkinsê 84 hezar kesên bi koronayê ketine hene. Heta niha ji ber vîrusa ku li seranserê cîhanê belav bûye 306 hezar 51 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Amerîkayê 86 hezar û 851 kes, li Brîtanyayê 34 hezar û 78 kes û li Îtalyayê jî 31 hezar 610 kes ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin