CÎHAN | Hejmara mirinên ji koronayê ber bi 6 milyon kesan ve diçe...

16 January 2022 23:10 0 dîtin
CÎHAN | Hejmara mirinên ji koronayê ber bi 6 milyon kesan ve diçe...

​PeyamaKurd – Li gorî amarên dawî yên welatên Cîhanê yên hatine belavkirin, ji dawiya sal 2019an ango ji destpêka pandemiya vîrusa koronayê heta niha 5 milyon û 553 hezar û 778 kes ji ber oronayê mirin.

Li ser malpera Worldmeters a daneyên vîrusa koronayê kêlî bi kêlî belav dike hatiye eşkere kirin; hejmara kesên mirine gihîştiye 5 milyon û 553  hezar û 778  kesan û hejmara pêketîyên giştî li ser seranserê cîhanê jî derketiye 326  milyon  û  834  hezar û 683 kesan.

Hatiye diyarkirin ku mirinên herî zêde yên ji ber koronavîrusê li Amerîkayê hatine tomarkirin ku ew jî 873 hezar kes in.

Piştî Amerîkayê jî bi dorê Brezîlya bi 621 hezar û 7 kesan di rêza duyem, Hindistan bi mirina 486 hezar û 6 kesan kesan di rêza duyem û Rûsya jî bi mirina 320 hezar û 634 kesan di rêza çarem de ye.