CÎHAN | Hejmara mirinên koronayê gihîst 4 milyon û nîvan
PeyamaKurd – Li gorî amarên dawî hejmara pêketîyên vîrusa koronayê (Covid-19) nêzîkî 215 mîlyonan bûye ku li seranserê cîhanê heta niha 214,126,235 kes bi vîrusa korona ketine.
Li gorî daneyên Zanîngeha John Hopkins a Amerîkayê, vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 38 mîlyonan derbas kiriye.
Piştî Amerîkayê bi zêdetirî 32 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li pey wê jî bi 20 mîlyon zêdetir pêketîyan Brezîlya tê.
Heta niha ji ber vîrusa koronayê li temamê cîhanê 4 milyon û 468 hezar 121 kes mirine.
Amerîka bi 630,816 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 575,742 mirinan Brezîlya heye.
Hêjayî bibîrxistinê ye vîrusa koronayê dawîya sala 2019an re cara pêşî li bajarê Wuhan ê eyaleta Hubei ya Çînê hatibû dîtin û piştre jî li seranserê cîhanê belav bûbû.
Li gorî zanyariyan li Çînê 106 hezar û 839 kes bi vîrusa korona ketine û 4 hezar û 848 kes jî pê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin