COVID-19 | Hejmara haletên tûsbûyî li Herêma Kurdistanê gihist 387 kesan

02 May 2020 12:54 0 dîtin
COVID-19 | Hejmara haletên tûsbûyî li Herêma Kurdistanê gihist 387 kesan

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ragihand, ku 6 haletên nû koronaya nifşê nû (Covid-19) li Hewlêrê hatine tesbîtkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, ew kesên bi koronayê ketine ku jinek û 5 zilam in, şêniyên taxên Birayetî, 26ê Gulan û Komelgeha Gelal in li qezaya Soranê.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha li Herêma Kurdistanê 387 kes bi vîrusa koronayê ketine ku ji wan 327 kes baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.