Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Covid-19 kêm dibe

27 February 2022 23:06 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Covid-19 kêm dibe

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa dawî ya pêketiyên vîrusa koronayê eşkere kir. Li gorî amarên dawî hejmara pêketiyan her diçe kêmtir dibe.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 426 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî wefat kiriye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 695 kes jî baş bûn.e

Li Herêma Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 429439 kesan, ya mirinan bû 7372 kes û heta niha 414344 nexweş jî baş bûne.