Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên korona dikeve, lê ya mirinan kêm nabe
PeyamaKurd – Li gorî amarên çend rojên dawî yên rewşa vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê, hejmara pêketiyên nû kêm dibe, lê hejmara mirinan hê jî rojane di ser 20 kesan de ye.
Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 2yê Mijdarê de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 722 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 23 kes jî pê mirine.
Herwiha wezaretê eşkere kir ku di 24 demjimêran de 1028 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 362 hezar û 973 kesan, ya mirinan bû 6 hezar û 481 kesan û heta niha 345 hezar û 289 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin