Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketin û mirinên koronayê daket asta herî kêm

24 December 2021 19:21 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketin û mirinên koronayê daket asta herî kêm

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 112 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 24ê Kanûnê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 112 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 34 kes li Hewlêrê, 40 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Duhokê û 4 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand, di nav 24 demjimêran de 3 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê û 1 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 234 kes baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 380129 kesan, ya mirinan bû 7086 kes û heta niha 370794 nexweş jî baş bûne.