Li Herêma Kurdistanê hejmara mirin û pêketinan kêm dibe
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 827 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kes jî pê mirine ku li gorî çend rojên borî hejmara herî kêm a hatiye eşkere kirine.
Di daxuyaniya îro 3yê Gulanê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin; di 24 demjimêrên borî de 827 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 252 kes li Hewlêrê, 291 kes li Silêmaniyê, 224 kes li Duhokê, 57 kes li Germiyanê û 3 kes jî li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kes jî mirine ku ew jî 3 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê ne.
Herwiha hat diyarkirin, li seranserê Herêma Kurdisdtanê di 24 demjimêran de 965 kes jî baş bûne ku hejmara giştî ya başbûyan bûye 130 hezar û 149 kes.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan jî gihîşt 152777 kesan û heta niha 4 hezar û 57 kes jî bi nexweşiya Covid-19 mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin