Rewsa dawî ya Covid-19 li Herêma Kurdistanê hat eskere kirin: Hejmara mirinan gihîst 5 hezar kesan
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1925 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kes jî mirine ku hejmara mirinan ji destpêkê ve gihîşt 5 hezar kesan.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1925 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 555 kes li Hewlêrê, 657 kes li Silêmaniyê, 567 kes li Duhokê, 53 kes li Helebceyê, 93 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Gemriyanê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1421 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 313 kes li Hewlêrê, 477 kes li Silêmaniyê, 484 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 105 kes li Germiyanê û 28 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 261627 kesan, ya mirinan bû 5.000 hezar kes û heta niha 209818 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin