Li Herêma Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19 hat eskerekirin

29 January 2021 16:31 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19 hat eskerekirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 68 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û  kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 29ê Çile de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 68 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 11 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 42 kes li Duhokê û 5 kes jî li Germiyanê ne.

Hat diyarkirin ku kesê jiyana xwe ji dest daye jî li Silêmaniyê ye.

Herwiha li gorî daxuyanî di 24 demjimêran de 533 nexweşên koronayê jî baş bûne ku 63 kes li Hewlêrê, 176 kes li Silêmaniyê, 268 kes li Duhokê, 2 kes li Raperînê û 24 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî yên li seranserê Herêma Kurdistanê wiha ne:

Pêketin: 105,980

Mirin: 3,467

Başbûn: 97,843