Rewsa dawî ya Covid-19 li Herêma Kurdistanê: 717 pêketiyên nû, 9 mirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa koronayê eşkere kirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 717 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kes jî pê mirin.
Herwiha hat diyarkirin ku 1179 nexweşên koronayê jî tedawiya wan bidawî bûye û baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 155 hezar û 668 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 88 kes û heta niha 134 hezar û 471 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin