Rewsa dawî ya Covid-19 li Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de ji nexweşiya vîrusa korona Covid-19 8 kesan wefat kiriye û 118 kesên din jî pê ketine.
Di daxuyaniya îro 20ê Kanûnê ya rewşa vîrusa koronayê de, Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 8 kesan can daye, 118 kesên din bi koronayê ketine û 502 nexweş jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re, li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 101 hezar û 661 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 340 kes û heta niha 66 hezar û 903 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin