Rewsa dawî ya Covid-19 li Herêma Kurdistanê hat eskerekirin

23 December 2020 19:37 0 dîtin
Rewsa dawî ya Covid-19 li Herêma Kurdistanê hat eskerekirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 163 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kes jî pê mirine.

Di daxuyaniya wezaretê ya îro 23yê Kanûnê de hat eşekerekirin, di 24 demjimêrên borî de 168 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 37 kes li Hewlêrê, 37 kes li Silêmaniyê, 85 kes li Duhokê û 4 kes li Germiyanê ne.

Li gorî daxuyaniyê 8 kes ji ber vîrûsa koronayê mirine ku ew jî 1 kes li Hewlêr, 1 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes jî li Raperînê ye.

Herwiha di nav 24 demjimêrên borî de 337 nexweşên koronayê jî baş bûne ku ew jî 134 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 171 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê û 19 kes li Germiyanê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 102267 kesan, ya mirinan bû 2356 kes û heta niha 67881 nexweş jî baş bûne.