Rewsa dawî ya Covid-19 li Herêma Kurdistanê: 23 mirin, 1195 pêketî

05 November 2020 18:38 0 dîtin
Rewsa dawî ya Covid-19 li Herêma Kurdistanê: 23 mirin, 1195 pêketî

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê îro 5ê Mijdarê  ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de, 1195 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 23 ke jî pê mirine.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin ku di 24 demjimêrên borî de 1195 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 433 kes li Hewlêrê, 206 kes li Silêmaniyê, 60 kes li Germiyanê, 16 kes li Raperînê, 451 kes li Duhokê û 29 kes li Helebceyê ne.

Herwiha 23 kesan jî ji ber vîrûsa koronayê can dane ku ew jî 5 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Raperînê, 9 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.

Wezaretê da xuyakirin ku di 24 demjimêran de 552 kes ji nexweşiyê rizgar bûne.

Li herêma Kurdistanê bi van hejmarên dawî re, hejmara pêketiyan gihîşt 81608 kesan, ya mirinan bû 2583 kes û heta niha 51250 jî baş bûne.