Covid-19 | Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên rojane kêm dibe

20 November 2020 17:03 0 dîtin
Covid-19 | Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên rojane kêm dibe

PeyamaKurd – Li gorî amarên çend rojên dawî yên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên bi vîrusa koronayê kêm dibe. Heta hefteya borî jî rojane zêdetirî hezar kesan bi koronayê diketin, lê ev çend roj in li dor 500 kesan bi koronayê dikevin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 567 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 23 kes jî pê mirine.

Hat diyarkirin ji 567 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 188 kes li Hewlêrê, 141 kes li Silêmaniyê, 37 kes li Germiyanê, 5 kes li Raperînê, 186 kes li Duhokê û 10 kes li Helebceyê ne.

23 kesên can dane jî 8 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperînê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ne.

Herwiha di 24 demjimêran de 499 kes baş bûne ku ew jî 105 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 23 kes li Germiyanê, 337 kes li Duhokê û 16 kes li Helebceyê ne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanê gihîşt 92 hezar û 577 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 957 kes û 57 hezar û 146 kes jî heta niha baş bûne.