Hejmara pêketiyên Covid-19 li Herêma Kurdistanê zêde dibe

14 October 2020 19:51 0 dîtin
Hejmara pêketiyên Covid-19 li Herêma Kurdistanê zêde dibe

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 912 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 14ê Cotmehê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 912 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 235 kes li Hewlêrê, 186 kes li Silêmaniyê, 29 kes lı Germiyanê, 438 kes li Duhokê û 24 kes li Helebceyê ne.

Li gorî daxuyaniyê 20 kes ji ber vîrûsa koronayê mirine ku 5 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.

Herwiha di 24 demjimêran de 194 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne ku 115 kes li Hewlêrê, 28 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Germiyanê, 1 kes li Duhokê û 17 kes li Helebceyê ne.

Tevî van amarên dawî li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 58 hezar û 277 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 60 kes û heta niha 35 hezar û 899 kes jî baş bûne.