COVID-19 | Hejmara qurbaniyên koronayê ji 300 hezarî borî

15 May 2020 11:07 0 dîtin
COVID-19 | Hejmara qurbaniyên koronayê ji 300 hezarî borî

PeyamaKurd - Li seranserê cîhanê hejmara qurbaniyên ji ber vîrusaya koronayê ji 300 hezarî derbas kir.

Li gor daneyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 300 hezar û 798 kesan ji ber vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî danêyan vîrus herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî pirtir ji 85 hezar kes kes ji ber wê mirine.

Piştî Amerîkayê, bi 33 hezar û 690 qrubaniyan Brîtanya û li dû wê jî bi 31 hezar û 368 kesan Îtalya tê.

Vîrusa koronayê di meha Berfanbara borî de li bajarê Wuhanê yê Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbasî dewletên din bûbû. Li gorî daneyên heta niha 4 hezar û 637 kesan li Çînê ji ber koronayê can dane.