COVID-19 | Hejmara qurbaniyên ji 100 hezarî û ya nexwesan jî ji milyonek û nîvê borî
PeyamaKurd - Li gorî daneyên Zankoya John Hopkinsê, li seranserê cîhanê, hejmara haletên tûşbûyî bû milyonek û 602 hezar û 216 kes û hejmara qurbaniyan jî bû 100 hezar.
Amarên dawî wiha ne:
- Li Amerîkayê Hejmara haletên tûşbûyî 466 hezar û 33 kes û hejmara qurbaniyan jî zêdetirî 16 hezar kesan e.
- Li Almanyayê hejmaran kesên enfekte bûn bû 113 hezar û 525 kes.
- Li Italyayê heya niha 18 hezar û 289 kesan can daye.
- Li Spanyayê heya niha 153 heza kes nexweş ketine û 15 hezar û 447 kesan can daye.
- Li Brîtanyayê heya 65 hezar û 872 kes bi koronayê ketine û 7 hezar û 978 kes jî mirine.
- Li Tirkiyê hejmarên kesên bi koronayê ketine 42 hezar û 282 kes in û heta 908 kes bi wê nexweşiyê mirine
Li sernaserî Herêma Kurdistanê jî, hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 324 kesan, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane û 136 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin