COVID-19 | Hejmara haletên tûsbûnê ji 4 milyon û 400 hezarî borî
PeyamaKurd - Li tevahiya cîhanê hejmara haletên vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) ji 4 milyon û 400î derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên derbarê koronayê de berhev dike, li cîhanê hejmara kesên ku bi Covid-19 ketine gihîşt 4 milyon û 400 hezar û 900 kesan.
Haletên tûşbûna vîrusa koronaya nifşê nû herî zêde li Amerîkayê hatin tomarkirin. Li Amerîkayê milyonek û 422 hezar û 164 kes bi Covid-19ê ketine.
Piştî Amerîkayê welatên ku herî zêde lê haletên koronayê hatin dîtin, bi rêza ve; Spanya (271 hezar û 95), Rûsya (242 hezar û 271), Brîtanya (229 hezar û 705), Îtalya (222 hezar û 104), Brezîlya (180 hezar û 737), Fransa (178 hezar û 60) û Almanya (173 hezar û 824) ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin