CÎHAN | Hejmara pêketiyên Covid-19 gihîst 74 milyonan
PeyamaKurd - Ji destpêka belavbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 heta niha, li seranserî cîhanê hejmara pêketiyan 73 milyon kesan derbas kir û gihîşt nêzî 74 milyon kesan. Herwiha hejmara mirinan jî nêzîkî du milyon kesan dibe.
Li gorî amarên dawî yên malpera Worldmeterê hejmara pêketinên koronayê li seranser cîhanê gihîştiye 73,895,957 kesan, hejmara mirinan jî bûye 1,643,975 kes.
Herwiha heta niha 51,895,579 nexweşên Covid-19 jî baş bûne.
Li gorî amaran li 60 welatên cîhanê hê jî hejmara pêketiyan bilind dibe ku Amerîka, Brezîlya, Tirkiyê, Hindistan û Rûsya serî dikişînin.
Di hejmara mirinan de jî Amerîka di rêza yekem de ye, piştî wê Îtalya, Brezîlya, Meksîko û Rûsya tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin