COVID-19 | 153 kes mirin, hejmara pêketiyên rojane gihîst nêzî 30 hezaran
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê tabloya 28ê Adarê ya rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî wê di 24 saetên borî de 153 kesên din ji ber vîrusa koronayê can dan û 29 hezar û 58 kesên din jî pê ketin.
Li seranserê Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê bi eşkerekirina van hejmarên dawî re, heta niha 31 hezar û 76 kes ji ber Covid-19 mirine û 3 milyon û 208 hezar û 173 kes jî pê ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin