Kurdistan | Hejmara mirinên rojane yên Covid-19 daket bin deh kesan
PeyamaKurd – Piştî demeke dirêj li Herêma Kurdistanê amarên herî kêm ên pêketin û mirinên ji nexweşiya vîrusa korona (Covid-19) hatin tomarkirin.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 9 kesan ji ber nexweşiya Koronayê can dane û 248 kes jî pê ketine.
Li gorî daxuyaniya îro 3yê Kanûnê ya Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, 248 kesên din di 24 saetên borî de bi koronayê ketin, 9 kes pê mirin û 177 kes jî baş bûn.
Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 97 hezar û 584 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 195 kes û heta niha 61 hezar û 203 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin