Kurdistan | Hejmara mirinên ji Covid-19 daket 2 kesan
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê rewşa dawî ya Covid-19 eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya îro Yekşemê ya wezaretê, di nav 24 saetên borî 497 kesên din bi koronayê ketine û 2 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku di 24 saetên borî de 554 nexweşên din jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 176 hezar û 659 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 362 kes û heta niha 165 hezar û 72 kes jî baş bûne ku niha tedawiya 7 hezar û 225 kesan jî berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin