Kurdistan | Hejmara pêketinên rojane yên Covid-19 daket bin 50 kesan

03 February 2021 19:37 0 dîtin
Kurdistan | Hejmara pêketinên rojane yên Covid-19 daket bin 50 kesan

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 48 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin, di 24 demjimêrên borî de 48 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 8 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Duhokê û 1 kes jî li Germiyanê ne.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 3 kesên wefat kirine li Duhokê ne û 438 nexweş jî li seranserê Herêma Kurdistanê baş bûne.

Amarên giştî yên heta niha wiha ne:

Pêketin: 106287 kes.

Mirin: 3472 kes.

Başbûn: 100046 kes.