Kurdistan | Hejmara mirin û pêketinên Covid-19 kêm dibe
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 880 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku 880 kesên bi vîrûsa koronayê ketine; 176 kes li Hewlêrê, 269 kes li Silêmaniyê, 376 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 15 kes jî li Raperînê ne.
Wezaretê diyar kir, 5 kesên jiyana xwe ji dest dane jî 3 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê ye û 919 nexweş jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 150 hezar 888 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 21 kes û heta niha 127 hezar û 427 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin