Kurdistan | Hejmara mirin û pêketiyên Covid-19 bi rêjeyeke berçav kêm bû
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê piştî demeke dirêj hejmara pêketinên koronayê û mirinên ji vîrusê kêm dibe.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 6ê Gulanê de ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 592 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî pê mirine.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ji pêketiyan 46 kes li Hewlêrê, 270 kes li Silêmaniyê, 220 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Herwiha hat diyarkirin ku di nav 24 demjimêran de 4 kesên jiyana xwe ji dest dane jî kesek li Silêmaniyê û 3 kes li Duhokê ne û li seranserê Herêma Kurdistanê 1179 nexweş jî baş bûne.
Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê heta niha 154901 kes bi koronayê ketine, 4079 kes pê mirine û 133420 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin