Hejmara rojane ya mirin û pêketinên Covid-19 careke din bilind bû
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 761 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya rewşa vîrusa korona ya îro 28ê hezîranê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 761 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 149 kes li Hewlêrê, 233 kes li Silêmaniyê, 338 kes li Duhokê, 41 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 562 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 90 kes li Hewlêrê, 222 kes li Silêmaniyê, 214 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 32 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.
Bi van hejmarên dawî re hejmara pêketiyên giştî gihîşt 184 hezar û 341 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 465 kes û heta niha 172 hezar û 569 nexweş jî baş bûne.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tenduristiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin