Kurdistan | Hejmara pêketinên rojane gihîst asteke metirsîdar: 406 pêketî, 4 wefat
PeyamaKurd – Li gorî amarên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, di çend rojên dawî de hejmara pêketinên koronayê gihîştiye asteke metirsîdar ku bi taybet li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê hejmarên pêketinên rojane bi ser 100 kesan ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di dawxuyaniya xwe ya îro Duşemê de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 409 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, 406 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 127 kes li Hewlêrê, 112 kes li Silêmaniyê, 141 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 28 kes li Germiyanê ne.
Herwiha 4 kesên wefat kirine jî 2 kes li Hewlêrê û 2 kes jî li Duhokê ne û 232 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 113104 kesan, ya mirinan bû 3568 kes û heta niha 105683 nexweşên korona jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin