Kurdistan | Hejmara pêketiyên rojane yên koronayê gihîst asteke metirsîdar

26 March 2021 17:59 0 dîtin
Kurdistan | Hejmara pêketiyên rojane yên koronayê gihîst asteke metirsîdar

PeyamaKurd – Zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 725 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kes jî pê mirine.

Wezaretê eşkere kir, ji 725 pêketiyên nû 241 kes li Hewlêrê, 145 kes li Silêmaniyê, 314 kes li Duhokê û 24 kes li Germiyanê ne.

Herwiha hat ragihandin ku 5 kesên can dane jî kesek li Hewlêrê, 3 kes li Duhokê û kesek li Raperînê ye û di 24 demjimêran de  238 kes jî baş bûne.

Amarên giştî yên Herêma Kurdistanê wiha ne:

Pêketin: 118137

Mirin: 3627

Başbûn: 107878