Kurdistan | Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê 80 hezar kesan derbas kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 4ê Mijdarê ya rewşa vîrusa koronayê de ragihand, 962 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de 962 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 392 kes li Hewlêrê, 197 kes li Silêmaniyê, 58 kes li Germiyanê, 16 kes li Raperînê, 283 kes li Duhokê û 16 kes li Helebceyê ne.
28 kesên ji ber vîrûsa koronayê can dane jî 5 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperînê, 9 kes li Duhokê û 4 kes li Helebceyê ne.
Herwiha di 24 demjimêran de 404 kes baş bûne ku ew jî 115 kes li Hewlêrê, 19 kes li Silêmaniyê, 39 kes li Germiyanê, 4 kes li Raperînê, 205 kes li Duhokê û 22 kes li Helebceyê ne.
Bi van amarên dawî re, hejmara pêketina vîrusa koronayê gihîşt 80 hezar û 413 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 560 kes û heta niha 50 hezar û 697 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin