Kurdistan | Hejmara herî bilind a pêketiyên koronayê hat tomarkirin

05 April 2021 18:33 0 dîtin
Kurdistan | Hejmara herî bilind a pêketiyên koronayê hat tomarkirin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê ragihand, di 24 saetên borî de, hezar û 500 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 16 nexweş jî mirine.

Wezaretê ragihand ji nav 10 hezar û 43 testên hatine kirin hezar û 500 pêketiyên nû yên koronayê hatine destnîşankirin û li Hewlêrê 3, li Duhokê 8, li Silêmaniyê 5 bi giştî 16 kesan jî can daye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di nava 24 saetên borî de 407 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 126 hezar û 191 kes bi vîrusa koronayê ketine, 111 hezar û 494 kes baş bûne û 3 hezar û 371 kesan jî can daye.