Hejmara herî zêde ya pêketiyên Korona li bajarên Bakurê Kurdistanê ne
PeyamaKurd - Li gor daxuyaniya dawî ya Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahredîn Koca, li Bakurê Kurdistanê di 24 saetên borî da, 19 kesên din bi Koronayê can dan. Li gorî Koca, herî zêde hejmara pêketiyan li Stenbol, Enqere, Dîlok, Riha û Diyarbekirê ne.
Wezîrê Tenduristiyê, bajarên herî zede pêketî lê hene eşkere kir.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahredîn Koca ragihand, di 24 saetên borî da, 19 kesan bi Koronayê can dan û 1 hezar û 8 kesên din jî bi Koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 382 kesan bi Koronayê can dane, 214 hezar û 1 kes jî bi Koronayê ketine.
Herwiha diyar kir, di 24 saetên dawî da, bi başbûna 1 hezar û 56 kesan, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne gihişt 195 hezar û 671 kesan.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê diyar kir, herî zêde hejmara pêketiyan li van bajaran e: Stenbol, Enqere, Dîlok, Riha û Diyarbekirê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin