Berzincî: Hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê li Duhokê hat tomarkirin
PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê li Duhokê bi di daxuyaniyekê de diyar kir, rewşa Koronayê ber bi rengê porteqalî ve diçe û di 24 saetên borî de, 3559 pêketiyên din hatin tomarkirin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê, li bajarê Duhokê hat tomarkirin ku di 24 saetên borî de, 1564 kes bi Koronayê ketin.
Herwiha eşkere kir, Wezareta Tendirustiyê plana rûbirûbûna vê rewşê li parêzgeha Duhokê danî û nexweşxaneyeke din a taybet bi Koronayê vedikin.
Dr. Saman Berzincî herî dawî daxwaz ji welatiyan kir, pabendê rênimayên xweparêziyê bibin û derziyan werbigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin