Dr. Berzincî: Hejmara pêketiyên bi vîrûsa Koronayê careke din zêde bû
PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî bi daxuyaniyekê diyar kir, hejmara pêketiyên bi vîrûsa Koronayê careke din zêde bûye.
Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî da zanîn: “Di raporta vê hefteyê de mixabin careke din hejmara pêketiyên Koronayê ber bi zêdebûnê ve diçe.”
Dr. Saman Berzincî destnîşan kir: “Ev rewşa niha bi zêdebûna amarên Koronayê li hin welatan û Iraqê re hevdem e. Divê welatî rêkarên xweparêziya ji vê vîrûsê cibicî bikin.”
Berzincî herwiha eşkere kir: “Li ser vexwandina Parlamentoya Kurdistanê, îro serdana Parlamentoyê dikim û raport û zanyariyên derbarê vîrûsa Koronayê û sektora tendirustiyê bi giştî pêşkêşî Parlamenteran dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin