WHO: Di 2 hefteyên dawî de hejmara pêketiyên koronayê du qat zêde bûye
PeyamaKurd – Berpirsê Herêma Ewropa yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Hans Kluge, eşkere kir ku çend welatên parzemîna Ewropayê di nav du hefteyên dawî de hejmara pêketinên Covid-19 du qatan zêdetir bûye.
Li gorî daxuyanîya Hans Kluge, di nav du hefteyên dawî de li welatên Belarûs, Ûkrayna, Rûsya, Gurcistan, Azerbaycan û Ermenistanê haletên pêketina bi koronayê du qatan zêdetir bûye.
Herwiha Kluge gotiye, çend welatên Ewropayê yên wekî Çekya û Polonyayê jî di nav de ji ber kêmbûna pêketiyan ji meha bê û wir de dikarin tedbîran sist bikin, lê hîn li gelek welatên Ewropayê varyantên Omicron û Deltayê serdest in û lewma jî zû ye ji bo sistkirina tedbîrên xweparastinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin