Rojava | Hejmara dawî ya mirî û pêketiyên koronayê hat eskerekirin

07 April 2021 17:55 0 dîtin
Rojava | Hejmara dawî ya mirî û pêketiyên koronayê hat eskerekirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên dawî de 241 kesên din bi koronayê ketin û 5 kesan wefat kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 241 kesên din bi koronayê ketine ku li Hesekê: 54, li Qamişlo: 93, li Dêrik: 47, li Dirbêsiyê: 5, li Reqa: 5 û Dêrazor: 17 kes in.

Mistefa destnîşan kir ku du nexweşên koronayê jî baş bûne.

Li gorî amarên fermî li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser, hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 11 hezar û 333 kesan, ya mirinan 405 kes û heta niha hezar û 342 kes jî baş bûne.