Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hejmara mirî û birîndarên erdhejê zêde dibe

06 February 2023 22:02 0 dîtin
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hejmara mirî û birîndarên erdhejê zêde dibe

PeyamaKurd – Erdheja Bakurê Kurdistanê ya bi pileyên 7,7 û 7,4 bandoreke mezin li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî çêkir.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê îro êvarê ragihand ku li bajarên Heleb, Hema, Tertus û Laziqiyeyê bi sedan avahî hilweşiyane û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat eşkerekirin ku hejmara miriyan gihîştiye 461 kesan û hezar û 326 jî birîndar hatine tomarkirin.

Herwiha tê ragihandin ku li herêma Efrînê jî wêraniye mezin a erdhejê çêbûye û li gorî zanyariyên nehatine piştrastkirin behsa herî kêm 250 mirinan tê kirin.