948 penaber ji Herêma Kurdistanê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê

03 January 2025 14:27 0 dîtin
948 penaber ji Herêma Kurdistanê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê

PeyamaKurd – Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku piştî têkçûna rejîma Beşar Esed 948 penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di Deriyê Sînor ê Pêşxabûr re vegeriyane.

Di daxuyaniya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) de hat ragihandin ku ji 8ê kanûna 2024an û vir ve zêdetirî 115 hezar kesên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê vegeriyane welatê xwe.

Hat diyarkirin ku piraniya van penaberan ji welatên wekî Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Urdinê vegeriyane.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, tenê di 3 hefteyên dawî de 35 hezar û 113 penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi dilê xwe ji Tirkiyeyê vegeriyane.

Ji 8ê kanûnê û vir ve zêdetirî 22 hezar penaber ji Urdinê vegeriyan . Ji van 3 hezar û 100 ji aliyê UNHCRê ve hatine qeydkirin.

Karbidestên urdinî ragihand ku piraniya kesên vegeriyane jin û zarok in.

UNHCRê ragihand ku 948 kesên li Herêma Kurdistanê di Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê re vegeriyane Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê. Navê 105 ji wan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek “penaber” hatiye tomarkirin.

Li gorî UNHCRê, heta niha jî nêzîkî 664 hezar kes ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê koçber bûne ku piraniya wan ji herêmên Heleb û Idlibê ne.