Gelek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinan vegeriyan

04 October 2024 14:30 0 dîtin
Gelek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinan vegeriyan

PeyamaKurd –   Gelek ji welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku li derveyî welêt dijîn, ji bo parastina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê û dengdana wê partiyê ku daxwaza aramî û bexteweriya welatiyan dike, vegeriyan û ew ê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmehê bibin.

Welatiyê bi navê Bêwar Bamernî di daxuyaniya xwe de ya ji bo K24ê de gotiye, “Her welatiyek bila dengê xwe bide her lîsteya ku dixwaze. Divê welatî jî bizanibin ku kîjan partî kar dikin û xizmetê dikin. Dema ez vegeriyam Duhokê, min kolanên nû û pêşketinên baş li bajarê xwe dîtin. Ev, yek ji xalên herî girîng e ku mirov li ber çavan bigire dema hilbijartinan bê ka mirov wê deng bide kîjan lîsteyê û kîjan ji wan dengan heq dike.”

Bêwar Bamernî amaje bi wê yekê jî kir ku xaleke din a pir girîng jîyana hevbeş e û gotiye, “Em ji kîjan pêkhateye neteweyî û dînî bin jî, em bi hev re bedew in, lewma jîyana bi hev re ji bo vê hilbijartinê tiştekî baş e.”

Welatiyê bi navê Nezet Hiso jî ku li Swêdê dijî, weha gotiye: “PDK ew partî ye ku aştiyê li Kurdistanê diparêze, bi pêş dixe û peyda dike. Ji bo aştî û aramî û bexteweriya Kurdistanê em ê dengê xwe bidin PDKyê. Heger welatiyên Kurdistanê jiyaneke aram bixwazin, bila dengê xwe bidin lîsteya 190ê.”