Sefîn Dizeyî: Gelek berjewendî û armancên hevbes ên Herêma Kurdistanê û Fransa hene

15 July 2024 10:58 0 dîtin
Sefîn Dizeyî: Gelek berjewendî û armancên hevbes ên Herêma Kurdistanê û Fransa hene

PeyamaKurd – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya berdewamiya peywendiyan li gel Fransa dike û da zanîn ku gelek berjewendî û armancên hevbeş ên Herêma Kurdistanê û Fransa hene.

Sefîn Dizeyî di çarçoweya pîrozbahiya Cejna Netewî ya Fransa de ku bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî li Balyozxaneya Giştî ya Fransa li Hewlêrê hat lidarxistin de gotarek pêşkêş kir.

Sefîn Dizeyî diyar kir, bi saya destpêşxerî û hewlên nemir General Barzanî, baştirîn pêwendiyên dualî yên Herêma Kurdistanê û Fransa ji salên 1960ê ve heta niha hebûn.

Sefîn Dizeyî diyar kir ku pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê gelek xurt in û got, “Herêma Kurdistanê alîkariyên Fransa ji bîr nake. Bi taybet di serdema DAIŞê de ku Fransa gelek alîkariyên leşkerî pêşkêşî Pêşmerge kir.”