Sefîn Dizeyî: Iraq ji bo 1,5 milyarê xwe bi 5 milyar dolarî zerarê da Kurdistanê
PeyamaKurd – Berpirsê karên derve yê hukumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di civîna çapemeniyê de ragihand ku Dadgeha Navdewletî ya Tahkîmê biryarê dabû ku Tirkiye 1,5 milyar dolar pere tezmînatê bide Iraqê, bû sedema ku bi 5 mîlyar dolarî zerarê bide Herêma Kurdistanê. Dizeyî li ser îxracata petrola Kurdistanê bo lîmana Ceyhanê weha got:
“Herêma Kurdistanê gelek dixwaze ku petrolê bişîne. Bexda dibêje ku bi fermî her tişt amadeye lê heya niha ti gav navêtiye. Dema wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan seredana Bexda û Hewlêrê kir mijar ket rojevê.
Ji bo astengên siyasî, teknîk, maddî û îdarî ji ortê rabin û petrola Kurdistanê ji nûh de îxrac bibe, ji bo Ankara, Bexda û Erbîl fikrên wan nêzî hev bibin civîn hatin kirin. Li gor qanûna budça Iraqê rojane jê re 400 hezar varêl petrol hatiye tahsîs kirin û divê ev miqdar bê îxrackirin.
Biryara dadgeha Parîsê ku gotiye Tirkiye divê 1,5 milyar dolar pere bide Iraqê balkêşe ku bi Herêma Kurdistanê 5 mîlyar dolar pere da wendakirin. Ji bo 1,5 milyar dolar qezenc bikî, mantiqî nîne ku 5 mîlyar dolar wenda bikî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin