Ji Birêvebiriya Gistî ya Trafîka Iraqê 3 milyar û 300 milyon dînar hat dizîn

04 March 2025 15:59 0 dîtin
Ji Birêvebiriya Gistî ya Trafîka Iraqê 3 milyar û 300 milyon dînar hat dizîn

PeyamaKurd – Îro 04.03.2025an Dadgeha Lêkolînê ya Resafê bi tohmeta ku li Birêvebiriya Giştî ya Trafîka Iraqê gendelî kirine û pere spî kirine, 4 kes darizandin ku hat îdîakirin ku diziya 3 milyar û 300 milyon dînaran kirine.

Ragihandina Dadgeha Bilind a Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev pereyê ku ji Birêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê hatiye dizîn, 3 milyar û 300 milyon dînar e û ew pere li navçeya Şeibiyê ya Bexdayê di malekê de tevî miqdareke zêr hatiye dîtin.

Hat ragihandin ku lêkolîna li ser dozê didome.