Di budçeya gistî ya Iraqê de 100 milyar dînar ji bo madeya 140 hat cudakirin

18 April 2023 21:04 0 dîtin
Di budçeya gistî ya Iraqê de 100 milyar dînar ji bo madeya 140 hat cudakirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di budçeya giştî ya Iraqê de ku tê çaverêkirin di parlamentoyê de derbas bibe û were pejirandin, ji bo bicihanîna xala 140 a destûrê ya herêmên derveyî îdareya Kurdistanê jî budçe hatiye cudakirin.

Endama Encûmena Nûnerên Iraqê Necwe Kakeyî got ku di projeyasaya budçeya Iraqê de, budçe ji bo bicihkirina xalên madeya 140 a destûra mayînde ya Iraqê hatiye cudakirin.

Necwe Kakeyî da zanîn ku berî hatina hikûmeta nû ya Iraqê, di karnameya Mihemed Şiya Sûdanî de heye ku madeya 140 a destûra mayînde ya Iraqê bê çalak kirin.

Di budçeya berê ya Iraqê de, 50 milyar dînar ji bo madeya 140 hatibû cuda kirin, lê di projeyasaya niha de 100 milyar dînar tê cudakirin.

Madeya 140 a destûrê çareseriya pirsgirêkên navçeyên nakok ên li ser Kerkûkê û herêmên din dide ber xwe. Yek ji xalên madeyê xala qerebûkirinê ye ku gelek welatiyên ji herêmên xwe hatine koçberkirin û ereb li şûna wan hatine bicihkirin, hîn jî nehatine qerebûkirin.