Sefîn Dizeyî: “Ez bi civîna bi Kurdên Qafqasyayê gelek kêfxwesim”
PeyamaKurd – Berpirsê karên derve yê hukumeta Herêma Kurdistanê Sefîn dizeyi di ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî de ragihand ku wan bi berpirs û nûnerên civaka Kurd yên li Rûsya, Qazakistanê, Gurcistanê, Ermenistanê, Qirgizîstanê û Azerbeycanê re li ser rewşa Kurdistanê, têkiliyên navdewletî yên hukumeta Kurdistanê û astengên li pêşiya civaka Kurdistanê ya li derve kirine. Civîna wan bi online çêbûye. Sefîn Dizeyî li ser civînê weha got:
“Bi dîtina civaka Kurdistanî ya ji bingeh, kar û pîşeyên cuda ez gelek kêfxweşim ji ber ku wan bi şanazî nasname, çand û zimanê xwe yên resen parastine. Min ji wan re got ku bi aştiyane û riheka aram digel neteweyên din bijîn. Sipas bo @danarmustafa ku vê vebînerê organîze kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin