Sefîn Dizeyî: “Em sûcdarkirinên bê bingeh yên Îranê red dikin”

19 January 2024 01:44 0 dîtin
Sefîn Dizeyî: “Em sûcdarkirinên bê bingeh yên Îranê red dikin”

PeyamaKurd – Serokê Ofîsa karên derve yê serokatiya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji bo çapemeniyê ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo welatên cîran daîma ûnsûra îstîqrarêye û got ku Herêma Kurdistanê sûcdarkirinên bê bingeh yên Îranê red dike. Dizeyî ji bo çapemeniyê weha dewam kir:

“Em gotinên Îranê yên ku dibêjin li dijî Komara Îslamî ya Îranê xebitiye (mala Pêşrew Dizeyî) û lê xistin, em wan îdîayên bê bingeh red dikin. Hat fêmkirin ku îdîayên Îraniyan pûç in.

Di axaftina bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, (li Davosê) Barzanî ragihand ku lîderên dinyayê êrîşên Îranê şermezar kirine. Em niha difikirin ji bo tevgerên weha dubare nebin, em ê çawa ber li wan bigrin.

Kurdistan daîma ji bo dewletên cîran ûnsûra îstîqrarê ye, em ê vê siyaseta xwe bimeşînin, em dixwazin welatên cîran ji desthilata Kurdistanê re rêz bigrin û bi adilane li hemberê hemwelatiyên me tevbigerin.”

Dizeyî ragihand ku niha rewşa tendurisitiyê ya hevjîna şehîd Pêşrew Dizeyî û zarokên wî başe.

Pasdarên Îranê di 15.01.2024an de seet di 23.30an de bi fuzeyan li xaniyê karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî xistibû. Di êrîşa Îranê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya hêj nebûbû yek salî Jîna, bi temamî 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 16 kes birîndar bûbûn.